Zivistan e...
Her dever berf e,
Bahoz û Bager e,
Dinya, ne dinyaya berê ye,
Îşev, ji şevên din cudatir e.
Îşev,
Mîna qiyemetê ye.
Li derve deng tê,
Zûr e zûra Gur an e.
Tirseke mezin dikeve nava dilê Zarokan,
Direvin xwe davêjine paşila Dayîka xwe.
Bav û Dayîk çavên hev dinêrin,
Ew jî ditirsin,
Lê tirsa xwe, ji Zarokan vedişêrin.
Bav bi hêdîka, Jina xwe re dibêje
Îsal çi saleke zehmet e
Dayîk, ber xwe de pile pil dike
Bi dengekî nizim ve, dibêje
Xwedê tu avakî, Xwedê tu avakî.
Zivistaneke pir dijwar e,
Sar e, cemed û seqem e.
Dengê bagerê tê,
Dibê: Ûûjjjjj ûûjjjj.
Zarok xwe ji wusa Dayikê ve dizeliqîne ku,
Di navbera wan de, hewa naçe.
Zarok ji tirsa dibêje: bisimilla, bisimilla.
Herkes ber çirê kom dibe,
Agirê çirê, agirekî zenûnok e.
Dayîk û Bav çavên hev,
Zarok kuleka malê, mêze dikin.
Îsal saleke dijwar e.
Ev zivistana ne mîna zvistanên berê ye.
Û îşev,
Îşev, sibe nabe.
Tirs di dilê herkesî de hakim e,
Êdî roj hil nayê.
Îşev dawiya, Dinyayê ye.
Agirî Ararat (N.O)
30.11.2011


