21 Kasım 2011 Pazartesi

BINIVÎSÎNE DÎROK


Silav ji te re ey dîrok
Ezê ji te re qala xwe bikim
Binivîsîne
Binivîsîne ku bila cîhan şerm bike
Navê min Oxir e
Ez ji Kurdistanê
Qosera Mêrdînê me
Dema ez bi 13 guleyan ve hatim kuştin
12 salî bûm
Wextekî dijminên qewmê min hatin
Ez û bavê min ve em derê malê kuştin
Paşê çek û sîleh dane ber laşên me
Gotin ev terorîst bûn
Me ji boy wê ew kuştin
Xwestin ku sûcê xwe wusa veşêrin
Lê rastî ne wusa bû
Ji ber wê ez ji te re qala vê bûyerê dikim
Tu binivîsîne ku, bila di paşerojê de
Kes ji wan bawer neke
Bila bizanin bin ku
Ji ber Kurdbûna me
Ez û bavê min, em hatin qetilkirin
Binivîsîne dîrok
Bi tîpên mezin ve binivîsene
Navê min Oxir e
Dema ez bi 13 guleyan ve hatim kuştin
12 salî bûm, zarok bûm
Miradê min di çavên min de ma
Nehîştin ez mezin bim
Binivsîne
Bêje
Oxir 12 salî bû
Û bi 13 guleyan ve hate kuştin.

Agirî Ararat

21.11.2011


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder