15 Aralık 2011 Perşembe

DİNYA Bİ ME RA BÊBEXTE

Agirî,
Qoçgirî,
Dêrsim,
Darahênê,
Geliyê Zîlan,


AZADÎ NÊZÎKE

Çûme Panosê,
Warê kor Hisên Paşa,
Cem Memo û Nadir beg,
Ji min re gotin:

COLEMÊRG

Bê xofê Kurdistanê,
Cîhê serhildanê,
Warê berxwedanê,
Tu sebra dilê me Kurdanî,
Bajarê Colemêrgê.

NABORÎNİM

Naborînim
Yên ku devên zarokên me girêdidin,
Û li pêşiya qamerayan,
Milên wan dişkînin,
Naborînim.

KEÇIKA PERÎ

Keçika Perî
Kesek nizane min dil daye te
Nizane xewa şevan li min heram bûye
Kesek nizane,
Tu, şev û roj di hişê min dayî
Dîwane û dîn im,
Sermest im, êdî ez, ez nînim
Neçar im, mirî me,
Ji ber ku tu dilê min dayî.

ÊLÊN KURDA

Her yer, ji bavekî,
Her yek, bi malekî,
Her yek, çêbûye ji gundekî,
Di dawiyê de, herek bûye êlekî.

GUNDÊN WELÊT

Di gundên welêt de, pir xweş e jiyan
Herkes bi aram
Her kes azad e
Her kes di kar û şixulê xwe da ye...

WELAT EZ TE BERNADIM

Welat ez te bernadim,
Ji boy te, ezê zend û mil badim,
Dev ji çeka xwe, bernadim
Heya ku em jî, ji azadiyê şabin.

ÇAVÊN WE DINÊRE WELATÊ MIN

Ey xwîşk û birayên, ji qewmê min
Nevî û nevî çîrçirkên peşiyên min
Baş xwedî kin sparteya, Kalên min
Destên we dinêre Welatê Min

MÛRAT KUŞTIN

Kurd her roj li çalakiyane,
Ji boy mafê xwe, li qadane.


Qelas nabim, ser piyane
Ew kula dilê dijmina ne.

4 Aralık 2011 Pazar

ÎXANET NAYÊ JI BÎRKIRIN


Rojêke were, ew rojan
Emê jî serbest bin, weke hemû gelan
Azadiyê were, ser van erdan
Rojê hilê, ser serê welatê me Kurdan

Emê ji nû ve avakin welatê bav û kalan
Bivisînin zagon û makezonan
Wî çaxî dorê were, we hestî kojan
Hûnê bidin bêrdêla, Kuştina keç û xortan

Îro nebe sibê hemû mafê, bên hildan
Ev ji we re namîne, ey gelî xwefiroşan
Dorê were jê pirsîna hesabê, hezar salan
Wê ji we bê hildin, heyfa xwîna cangoriyan

Kurd dinivîsene hemû xerabiyan
Nebêjin Kurdê bîrkin, van kiryaran
Kurd zanin, Hûn in kurmê daran
Nayê ji bîrkirin îxanet tu caran.


Agirî Ararat (N.O)

04.12.2011


DIXWAZIM TE BIJÎM


Dixwazim te bijîm,
Serê sibê heya nîvro,
Eşeyê heya êvarê,
Têr û têr, bê navber,
Hemû rojê, te bijîm.

Dixwazim te bijîm,
Êvarê heya nîvê şevê,
Nîvê şevê heya berbangê,
Nefes bi nefesî,
Bîstçar saetan te bijîm.

Dixwazim te bijîm,
Yekşemê heya çarşemê,
Çarşemê heya Şemiyê,
Ji qudûm ketî, qudûm ketî,
Hemû hefteyê, te bijîm.

Dixwazim te bijîm,
Payîzê heya biharê,
Havînê heya zivistanê,
Xwêdan bi xwêdanî, te bijîm,
Çar demsalan, te bijîm.

Dixwazim te bijîm,
Çile heya sibatê,
Gulanê heya pûşperê,
Heya vejen nemîne,
Hemû salê, te bijîm.

Agirî Ararat (N.O)

03.12.2011

TUNEBÛNA TE


Demsal hertim zivistan e, bê te,
Ax çi sar e, tunebûna te.

Jiyan, tim jan e, bê te,
Nayê ziman, tunebûna te.

Dinya, tim dojeh e, bê te,
Dişewtîne, tunebûna te.

Derd bê derman im, bê te,
Nayê gotin, tunebûna te.

Roj ronahiyê nade, bê te,
Çi tariye, tunebûna te.

Şev dirêjtir in, bê te,
Çi dijwar e tunebûna te.

Ne saxim wek mirîme, bê te,
Tu peyv nikare qal bike, tunebûna te.

03.12.2011

Agirî Ararat (N.O)

KEÇIKEK HEBÛ


Keçikek hebû ji bajarê Îdirê bû
Ji êlê, Celalî bû
Navê wê jî, Zeynep bû
Mîna zêr, zîv û zînet bû

Dema min ew dît, payîz bû
Ji rojan, çarşem bû
Çax, danê êvarê bû
Hiş ji serê min, wunda bû

Min qey got, ew milyaket bû
Li ber çavê min xûya bû
Lê, ne xewn bû ne jî xiyal bû
Ew rast bû, li ber min sekinî bû

Mîna kewa gozel bû
Pir bedew û şirîn bû
Rûyê delal, qerqaş bû
Nizanim derdekî çawa min rabû

Bixisyet û baqil bû
Bê hempa û xweşik bû
Ew stêrka, şevên tarî bû
Mîna heyva gulanê bû.

Bejn zirav û bilind bû
Dêmên wê de, xemze hebûn
Xebxeb ka wê spî bû
Pir narîn û delal bû.

Xêncî hiş, dil jî min hilda bû
Piştî dîtina wê, hemû derd û kul min rabûn
Di rojê de, xiyalên min de bû
Şev heya sibê xewna min de bû.

03.12.2011

Agirî Ararat (N.O)

MARÊ REŞ


Mêr, Mêrxas û Şêro,
Qehreman û cengawer o
Piling û Pêşeng o
Tu her bijî Marê reş o.

Heft gurçik û Palewan o
Mil bi pola û Jîr o
Şervan û Serkêş o
Tu her hebî Marê reş o.

Zana û zanyar o
Hêvî û goman o
Evîna bindestan o
Xwedê kêmasiya te nede Marê reş o.

Agirî Ararat (N.O)

27.11.2011

Ji boy birêz Qarayilan