20 Kasım 2011 Pazar
DIŞEWITE WAN
Wan di bin berfê da ye
Diqerise ew bajara
Her dever hilweşiya ye
Her dever şerpeze ye
Çav kuderê dinêre bila binêre
Di her deverê xaniyên hilweşiya yî
Û jiyanên perçe kirî hene
Çav kuderê dinêre, wê derê bobelet heye
Wê derê karesat, hilweşîn û girîn heye
Ew der Wan e, Kurd e, Stembar e
Ji ber wê kes dest navêje wî bajarî
Naxwazin pişta xwe rast bike
Pehînekî jî ew didine wî bajarê derdnak.
Herkes koç dike
Herkes direve û diçe
Herkes wî bajarî dihêle û direve
Sir û seqemê de herkes xwe dide ser rê
Herkes Wanê dihêle û direve
Ji ber ku bê çarene
Ji ber ku neçar in.
Yên mayî
Sitara wan çend konên zirav in
Konên ku ji piçek pînê zirav
Di kon de serma dike dayîkek
Dicemide zarokekî piçûk
Hêsir hûr hûr di çavên wî de tên xwarê
Bi destên qefilî ve hêsirên xwe paqij dike
Lê hêsir jî sar in
Serma dikin destên wî
Zarok destê xwe dixe devê xwe
Û pif dikê
Çavên dayîka xwe mêze dike
Dayîk digirî
Zarok digirî.
Dilê dayîka belengaz dişewite
Radibe çend qirş û kaxizan kom dike
Agir berî sobê dide
Zarok û dayîk hinekî germ dibin
Û dikevine xeweke kûr
Wexteke şev
Di sobê de agir dikeve erdê
Agir kon dikeve
Û dişewitîne
Dişewite zarok
Dişewite dayîk
Dişewite wan
Dişewite welatê min.
Rewan Agirî (Nîhat.O)
19.11.2011
Kaydol:
Kayıt Yorumları (Atom)

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder