15 Aralık 2011 Perşembe

AZADÎ NÊZÎKE

Çûme Panosê,
Warê kor Hisên Paşa,
Cem Memo û Nadir beg,
Ji min re gotin:



Birazî Xwedê hilweşîne dinyaya xayîn
Me gelekî şer kir,
Ji malbata me,
Gelek şehîd ketin.
Me gelek îxanet dîtin,
Lê mizgîn ji te re,
Azadî nêzik e.


Li wir derbasbûme Dutaxê
Ba Xalis Begê sîpkî
Digot: çavê mino Serfirazî hindik ma.
Çûme Hawaranê
Min mêzekir ku
Evdalê Zeynikê ber gelîkî rûniştî ye,
Û dibêje: hey birawo bê kesî dijwar e
Lê em êdî bê kes nînin,
Serê çiyayên me,
Şêr hene
Azadiyê tînin.


Çûme Zêtkayê,
Ser çiyayê Kosedaxê,
Min mêze kir ku,
Pezkovî li der û dora,
Hozan Serhed rûniştine,
Ji wan re, sitrana oy felek dixwîne.


Min got:
Kekê Serhed, tu çima xemgînî?
Got: Heval azadî tê
Min dixwest ku,
Ez wê rojê, ji we re,
Sitrana Ez Kurdistanim bêbijim,
Lê çavên min, tim li we ne,
Tim we dinêrim,
Tekoşîn ranewestiya,
Serfiraz im, Aram im.


Ez li wir çûme navenda Agiriyê
Min Serdar Ararat dît
Got: Ez Serdar Ararat ango Kamilê Reşo,
Ji boy Kurdîtiyê
Laşê min perçe perçe bû
Li newala qesaban bê xwedî mam,
Lê Kurdayatî ser dikeve,
Êdî xemgîn nînim.


Paşê çûme Avkevirê
Min dît ku,
Çemê Mûradê, xwîn dikişe
Dilê min xera bû,
Çem hate ziman û got:
Xwîn bêrtêla Azadiya Kurde,
Kurd bi  bêrdêlan serbilinde,
Serkeftin nêz e.


Li wir min berê xwe da Gîhadînê
Min dît ku,
Dused, Sêsed meriv,
Ber bi Çiyayê Tendûrekê diçin,
Min got: hûn li kude diçin?
Gotin: Azadî nêzîk e,
Lê Kurd êdî, bê sebre,
Ji boy ku, Azadî nêzîktir be,
Em diçine cengê.


Min raste rast berê xwe da Bazîdê
Min bi çavên xwe ve dît,
Biroyê Hesikê Têlî,
Li hespê xwe siwar bûye,
Ber bi çiyayê Agirî diçe,
Min got: Ey şêrê Araratê
Tu çima diçî?
Got: netirse birazî ezê dîsa vegerim.
Lê niha karê min heye.
Min got: karê te çî ye?
Got: Azadî tê,
Ezê herim mizginiyê bidim şehîdan.


N. Agirî


17.12.2010

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder