Ey xwîşk û birayên, ji qewmê min
Nevî û nevî çîrçirkên peşiyên min
Baş xwedî kin sparteya, Kalên min
Destên we dinêre Welatê Min
Biparêzen nav û zimanê gelê min
Ewe mîrate ji bavê, bavê min
Lawij, nalîn û şahiya Pîra diya min
Çavên we dinêre, Welatê min.
Hêz û vîna gelê min
Parastvan û pêşdebirê çanda min
Hûn in, di paşerojê de hebûna min
Xîreta we, dinêre welatê min
Deşt, Newal û gundê min
Navçe, bajar û şarê min
Şûn ve hildan warê min
Tevgera we dinêre, Welatê min
Seranserî dagir bûye Diyarê min
Ji hev dabeşkirine, hemû warê min
Rabin ser xwe û hêzbin
Çavnêrê we ye, Welatê min.
N. Agirî
06.12.2011
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder