Welat ez te bernadim,
Ji boy te, ezê zend û mil badim,
Dev ji çeka xwe, bernadim
Heya ku em jî, ji azadiyê şabin.
Welat ez te bernadim,
Şev û roj, li qadan bim,
Ser piya û çalak bim,
Ji xwîşk û birayên xwe re pêşengbim.
Welat ez te bernadim,
Tim û tim bi deng bim,
Ezê jî ji wan denga dengek bim,
Ser çiyayên te qêrînekbim.
Welat ez te bernadim,
Ji boy te, ezê jî findekbim,
Agirê rizgariya te, gur bikim,
Heya em jî, ji xelqê re wekhev bin.
N. Agirî
05.12.2011
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder