Naborînim
Yên ku devên zarokên me girêdidin,
Û li pêşiya qamerayan,
Milên wan dişkînin,
Naborînim.
Ez li ser navê xwe dibêjim,
Kî dibexşîne,
Bila bibexşîne!
Ez nabexşînim,
Naborînim.
Ez ne biratiya wan qebûl dikim,
Ne cîrantiya wan,
Ne jî tu tiştekî wan.
Cîhên ku ew li wir bin,
Ez li wir nasekinim,
Naxwazim bibînim rûyên wan.
Gava ez wan dibînim,
Ew zarokê duwazdeh salî,
Oxir tê bîra min.
Oxirê ku, di duwazdeh saliya xwe de,
Sêzdeh gule berî bedena wî dan,
Ceylana ku laşê wê,
Bi topekî ve perçe perçe bû,
Tên bîra min,
Lewma ez naborînim li wan.
Naxwazim wan rûyan bibînim
Ji ber ku:
Enes tê bîra min,
Jin tên bîra min,
Zarok tên bîra min,
Lewma ez naborînim.
Naxwazim rûyên wan bibînim.
Dayîka min a ku:
Bi zimanê tirkî nizanî bû,
Di nexweşxaneya Îzmîrê de,
Rastî heqaretan hat,
Û hêsirên çavên wê,
Têne bîra min,
Ka ezê çawa bikaribim:
Li wan biborînim!...
Ji bîr nabe dayê...
Ez nakim ji bîra...
N. Agirî
27.12.2010
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder