4 Aralık 2011 Pazar

KEÇIKEK HEBÛ


Keçikek hebû ji bajarê Îdirê bû
Ji êlê, Celalî bû
Navê wê jî, Zeynep bû
Mîna zêr, zîv û zînet bû

Dema min ew dît, payîz bû
Ji rojan, çarşem bû
Çax, danê êvarê bû
Hiş ji serê min, wunda bû

Min qey got, ew milyaket bû
Li ber çavê min xûya bû
Lê, ne xewn bû ne jî xiyal bû
Ew rast bû, li ber min sekinî bû

Mîna kewa gozel bû
Pir bedew û şirîn bû
Rûyê delal, qerqaş bû
Nizanim derdekî çawa min rabû

Bixisyet û baqil bû
Bê hempa û xweşik bû
Ew stêrka, şevên tarî bû
Mîna heyva gulanê bû.

Bejn zirav û bilind bû
Dêmên wê de, xemze hebûn
Xebxeb ka wê spî bû
Pir narîn û delal bû.

Xêncî hiş, dil jî min hilda bû
Piştî dîtina wê, hemû derd û kul min rabûn
Di rojê de, xiyalên min de bû
Şev heya sibê xewna min de bû.

03.12.2011

Agirî Ararat (N.O)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder