15 Aralık 2011 Perşembe

GUNDÊN WELÊT

Di gundên welêt de, pir xweş e jiyan
Herkes bi aram
Her kes azad e
Her kes di kar û şixulê xwe da ye...



Her gundekî welêt, pala xwe daye çiyakî.
Gundên welêt xwemalî ne.
Quretî,
Nezanî,
Bêbextî,
Û nebaşî tê de tune ye.


Di wan deran de, Jiyana Kurdewar heya
Cemaetên kal û pîran,
Civatên xort û qîzan,
Lîstikên zarokan,
Hemû jî bi Kurdî ne...


Seyran,
Govend,
Şevbihêrk,
Şîn û Şahî
Bi kurtasî, her tişt,
Bi Kurdî ye...


Xweş in gundên Welêt
Qazî,
Qezer,
Qelender,
Kofqiran û mengeser
Her yek, ji yê din xweştir e.
Diparêzên hebûna xwe,
Di paşila xwe de, xwedî dikin,
Ziman û Çanda bav û kalên xwe...


Navîk,
Zîro,
Zado,
Yekmal û Zêt,
Her yekî heye çîrokek,
Her yekî êlek,
Ji her cûreyî mirov tê hene...


Qemer,
Qerqaş,
Zerîn û spî.
Lê hemû zimanekî diaxivin...


Bi Zimanê şirîn
Delal
Zelal
Û paqij...
Zimanê Kurdî diaxivin.


Çend hezar salin
Vî zimanî diparêzin
Û mîna çavên xwe lê dinêrin...


Bav wesyetê dike li kur,
Kur jî hosiyê dike li Nevî.
Dê bi vî zimanî perwerde dike qîz û law,
Qîz jî digîne zarokên nûwelidî
Wusa dijî zarê min.


Delala ber dilê min,
Şirîn û arama min,
Şekir û şêrîna min,
Tu ye Kurdî ya min.
Dimirim ji bo Te
Te wek herdu çavên xwe
Diparêzim ji neyar
Tu ye Zimanê minê Zikmakî
Zarê bav û kalên min
Awaza Dayîka min
Ku Tu nebe, ez nînim!
Ez tenê bi Te heme
Bi Te serbilind im
Bê Te nabe jiyan
Jiyana min Tu bixwe yî
Jiyan bi Te xweş e
Rûmeta mina mezin
Hebûna kurdayetî
Fîdabe vî canê min
Ji Hebûna Te re...
Heya gerdûn avabe
Tu Her hebî...
Tu Her Bijî... 
Rohniya herdu çavên min


N. Agirî


09.12.2011

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder