Her yer, ji bavekî,
Her yek, bi malekî,
Her yek, çêbûye ji gundekî,
Di dawiyê de, herek bûye êlekî.
Êlên Kurda!!!
Ji berê vir da,
Li ber namerda,
Tu carî,
Serî netewandine.
Hesenî,
Heyderî,
Celalî,
Û Redkî
Di her yekî de heye, hêza qewmekî.
Şikakî
Cibirî
Bekirî û Birûkî
Her yek çêbûye, ji Kurdekî...
Êlên Kurda!!!
Dijminên namerda.
Dostên xizan û merda.
Bibin yek,
Di dev û dora,
Kurdbûnê de Kom bibin.
Ji bêtifaqiyê dûr bikevin,
Bitifaq û yek bin.
Ji bîr nekin!!!
Zimanê pêşiyên we,
Ne Milankî bû,
Ne jî Zîlankî.
Ew jî wek we Kurdbûn,
Diaxivîn Kurdmancî.
N. Agirî
09.12.2011
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder