Keçika Perî
Kesek nizane min dil daye te
Nizane xewa şevan li min heram bûye
Kesek nizane,
Tu, şev û roj di hişê min dayî
Dîwane û dîn im,
Sermest im, êdî ez, ez nînim
Neçar im, mirî me,
Ji ber ku tu dilê min dayî.
Keçika Perî
Tu çima ewqas bedewî
Xwezî tu zinarek bibûya yî,
Biketayî ser serê min.
Birûskek bibûya yî,
Di ser min de bihatayî.
Bibûya yî, lehiyeke gur,
Ez ji xwe re bibirama.
Tenê tu ewqas bedew nînbûya yî.
Keçika Perî
Tu çima ewqas bedewî?
Xwezî tu guleyeke bêbext bûya yî,
Bihata yî, di dilê min de biçikiya yî.
Bobeleteke giran bûya yî,
Te, ji nişka ve, rihê min hilda.
Çemekî kûr bibûya yî,
Di te de bixeniqiyama.
Tenê tu ewqas bedew nînbûya yî.
N. Agirî
11.12.2011
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder