15 Aralık 2011 Perşembe

DİNYA Bİ ME RA BÊBEXTE

Agirî,
Qoçgirî,
Dêrsim,
Darahênê,
Geliyê Zîlan,




Geliyê Sefo,
Geliyê Qutû,
Newala Qeseban,
Û gelekên din
We çi dît,
Çi nedît?


Xwezî zimanê we hebûya
Û we ji dinya ya bêbext re
Qala serpêhatiyan bikira
Qala bextê qewmê min
Qala bextê reş
Û serpêhatiyên vê axê
Qala hovîtî
Derçaxî
Çav nebarî
Û nedilovaniya dijmin.


Dijmin çiqas bêbext bû
Ji zarokên dergûşê de
Heya bûkên dest bi hene
Ji xortên huvdeh salî
Heya Kalên heftê salî
Û pîrên dest bi gopal
Hemû ya kuştin.


Dijmin
Bê însaf bû,
Sitemkar bû,
Ji Xwedê netirs bû,
Dijmin xwîn mêj e,
Tune ba wî, mirovtî,
Tune dilovanî,
Dijmin bêbav e.


Singoyên xwe bi hovîtî
Di zikê zarokan re dikirin,
Zikê jinên ducanî,
Diqelişandin.
Zarok di zikê dê de dikuştin.
Û xortên simbêl nû xwêdan,
Didane ber guleyan.
Laşê wan,
Qul qulî dikirin.
Paşê bi hespan ve,
Ser laşên wan re derbas dibûn.


Digotin: ev Kurdin
Mar in,
Serê wan bipelixînin.
Ber wan nekevin,
Xem nexwin,
Lêxin,
Lêxin tu Kurdekî nehêlin zindî,
Mala wan wêran bikin,
Nehêlin Kurd serê xwe rakin,
Lêxin.


Xedar bû dijmin,
Kevir ser keviran nehîştin,
Gund bi gund geriyan,
Hemû mirov komkirin.
Û herkes di nava gundan de,
Dikirine rêzekî,
Fermana agir didane leşkeran,
Di nava deh deqan de,
Hezaran gule dibariyan,
Sedan Kurd,
Radixistine erdê.


Gundiyên Kurd
Bê can
Bê nefes
Bê giyan
Bê sûç
û bê guneh
Dihatine kuştin.


Laşên wan
Li erdê diman
Bi rojan
Bê kes
Û neçar
Kesekî wan tune bû.


Dinya wî çaxî jî bêbext bû
Dîsa, Ker
Lal
Û Kor bû.
Dinya tim bi me ra
Bêbext bû
Û bêbext e.


N. Agirî


14.12.2011

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder