30 Kasım 2011 Çarşamba

ÎŞEV


Zivistan e...
Her dever berf e,
Bahoz û Bager e,
Dinya, ne dinyaya berê ye,
Îşev, ji şevên din cudatir e.
Îşev,
Mîna qiyemetê ye.
Li derve deng tê,
Zûr e zûra Gur an e.

Tirseke mezin dikeve nava dilê Zarokan,
Direvin xwe davêjine paşila Dayîka xwe.
Bav û Dayîk çavên hev dinêrin,
Ew jî ditirsin,
Lê tirsa xwe, ji Zarokan vedişêrin.
Bav bi hêdîka, Jina xwe re dibêje
Îsal çi saleke zehmet e
Dayîk, ber xwe de pile pil dike
Bi dengekî nizim ve, dibêje
Xwedê tu avakî, Xwedê tu avakî.

Zivistaneke pir dijwar e,
Sar e, cemed û seqem e.
Dengê bagerê tê,
Dibê: Ûûjjjjj ûûjjjj.
Zarok xwe ji wusa Dayikê ve dizeliqîne ku,
Di navbera wan de, hewa naçe.
Zarok ji tirsa dibêje: bisimilla, bisimilla.

Herkes ber çirê kom dibe,
Agirê çirê, agirekî zenûnok e.
Dayîk û Bav çavên hev,
Zarok kuleka malê, mêze dikin.
Îsal saleke dijwar e.
Ev zivistana ne mîna zvistanên berê ye.
Û îşev,
Îşev, sibe nabe.
Tirs di dilê herkesî de hakim e,
Êdî roj hil nayê.
Îşev dawiya, Dinyayê ye.


Agirî Ararat (N.O)


30.11.2011

24 Kasım 2011 Perşembe

EZ KURDIM


Ez Kurdim
Kurd bê çiya nabe
Ez Kurdim
Kurd bê hesp nabe
Ez Kurdim
Kurd bê şûr nabe
Ez Kurdim
Kurd bê mertal nabe
Ez Kurdim
Kurd bê serhildan nabe
Ez Kurdim
Kurd bê erd nabe
Ez Kurdim
Kurd bê serbestî nabe
Ez Kurdim
Kurd bê azadî nabe
Ez Kurdim
Kurd bê serok nabe
Ez Kurdim
Kurd bê Kurdistan nabe.

Agirî Ararat (N.O)

20.11.2011

21 Kasım 2011 Pazartesi

ZEYNEBÊ


Zeynebê ez dildarê te me
Evîndar û meraqdarê te me
Çavrê û bendewarê te me
Hêvî û benda hatina te me
Bi şev û roj çav li rêya te me
Heta hetayê ez yê te me

Balgî û doşega te me
Ez guliya porê te me
Kilek ji kilên çavên te me
Ez sorava lêvên te me
Mîntanê ser pişta te me
Ez danaviyê bejna te me

Ez evîndar û hezkiriyê te me
Dergistî û mêrê te me
Malxê wê mala te me
Ez bavê zarên te me
Heya tu hebî ez tim heme
De were neçe, ez gune me.

Agirî Ararat (N.O)

21.11.2011

BINIVÎSÎNE DÎROK


Silav ji te re ey dîrok
Ezê ji te re qala xwe bikim
Binivîsîne
Binivîsîne ku bila cîhan şerm bike
Navê min Oxir e
Ez ji Kurdistanê
Qosera Mêrdînê me
Dema ez bi 13 guleyan ve hatim kuştin
12 salî bûm
Wextekî dijminên qewmê min hatin
Ez û bavê min ve em derê malê kuştin
Paşê çek û sîleh dane ber laşên me
Gotin ev terorîst bûn
Me ji boy wê ew kuştin
Xwestin ku sûcê xwe wusa veşêrin
Lê rastî ne wusa bû
Ji ber wê ez ji te re qala vê bûyerê dikim
Tu binivîsîne ku, bila di paşerojê de
Kes ji wan bawer neke
Bila bizanin bin ku
Ji ber Kurdbûna me
Ez û bavê min, em hatin qetilkirin
Binivîsîne dîrok
Bi tîpên mezin ve binivîsene
Navê min Oxir e
Dema ez bi 13 guleyan ve hatim kuştin
12 salî bûm, zarok bûm
Miradê min di çavên min de ma
Nehîştin ez mezin bim
Binivsîne
Bêje
Oxir 12 salî bû
Û bi 13 guleyan ve hate kuştin.

Agirî Ararat

21.11.2011


20 Kasım 2011 Pazar

ŞEV

Piştî ku herkes radizê
Dikevim xeyalên kûr

Serê xwe didim ser sîngê te
Avirên xwe ber bi rûyê te
Çavên xwe dikutim çavên te
Bê westan û bê navber
Tu destê xwe dixî nav porê min
Û ji min re diaxivî
Guh didim te
Wusa dikevin xewê
Tu ba minî
Dilê min, gelekî rehet e
Dilgeş û aram
Xemê dûr im
Ji ber ku
Evîna min a mezin
Tu cem minî.

Agirî Ararat (N.O)

15.09.2011

DE WERE

Çend roj û meh derbas bûn
Hîn xeberek ji te nehat
Nizanim tu li kurî
Ji kê pirsa te dikim
Xebere kesî ji te tine
Tu her kur bî
Çi dikî nizanim
Lê êdî sebra min nemaye
Were
Bejn Zirava min
Bejn bedewa min
Lêv şirîna min
Lêv hingeva min
Zeyneba min
Tu li kurî ???

Çima nayê, min bîra te kir
De were.

Agirî Ararat (N.O)

27.09.2011

BELÊ

Belê rû kenê
Belê bejn ziravê
Belê lêv şirînê
Belê jiyana min
Belê jina min
Belê hezkiriya min
Belê Zeyneba min
Belê rast e
Venaşêrim
Ez Te zef, zef hezdikim.

Agirî Ararat (N.O)

10.10.2011